Rojava News: Li Herêma Kurdistanê Centera Jinên karsaz da karibin ruyê gelek jinên kurd yê mexdûrê DAİŞê û şer li çar perçê Kurdistanê bi teybet jî yê komkujiya Şingalê bikenênin bi projeyeke xêrxwazî bi boneya 8 Adarê radibin.
Projeya berfireh ya bi boneya 8 Adarê bi kempanyaye ke alîkariyê bi maveya 3 rojan didomê ku gelek dengbêj, komê hunerî beşdar dibin.
Her 3ê şevê 10-11-12ê adarê ji 7ê berbi êvarî ta 11ê şevê bi beşdariya hûnermendan wek şahî bê li darxistin.
Dêngbêj Bradêr bi dengê xwe, Ruken Slêman bi albuma xwe, Koma Zembîlfroş ya Kempa Daraşikran bi stran û govendê xwe, hunermendê Bakûrî Hêja bi deng û enstrumentalê xwe, Koma Afrîn bi govendê Kurdînî yê modern, Xwûşkên Sebat û Semanê Slêymaniyê bi dengê xwe, Taxir û birayê xwe ji herêma Barzan bi muzîka Hip Pop, dengbêjê Rojavayî Hiseyn Yûsif bi stranê xwe û li gel hemuyan jî erdeziya stîlê cil û bergê Kurdinî bi keçên ciwanê kurd tê pêşkeşkirin.
Hat zanîn 10, 11, 12ê Adarê li Family Mall ji 10ê sibehî ta derengiya şevê wê 60 sitandê froştinê yê wek xwarin, vexwarin, karê destî , cil û berg û hemû cûr tişt karê xwe bikin û kezencê xwe radestî kempanyayê bikin.
13:28:04
Şanaz Emin