Print this page

Li ser wan wêneyan xelkê helwestê tund nîşanda!

Rojava News: Li Bakurê Kurdistanê do nêzî êvarê 14 kes li Sûrê taxa Amedê hatibûn tehliyekirin. Piştî tehliyeyê, wêneyên wan kesên ku hatibûn tehliyekirin bi rewşa wan a tazî hatibûn kişandin û li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin.

Li ser vê mijarê ji aliyê Walîtiya Amedê ve daxuyanî hat. Di daxuyaniyê de tê gotin ku: “… derxistina cil û bergên kesên ku hatin tehliyekirin, ji ber tedbîrên bombeyên zindî, kemînên bombeyê, çalakiyên xwekujiyê û hwd. ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve bi mebesta tedbîrê hatiye pêkanîn û ev yek li temamê dinyayê bi vî şiklî tê pêkanîn. Lêbelê derketiye holê ku wêneyên kesên ku teslîm bûne bêîzn hatine kişandin û parvekirin.

Di derheqê vê rewşê de ji aliyê walîtiya me ve lêpirsîn hatiye destpêkirin. Em bi rêzdarî raya giştî agahdar dikin.”

10:07:28