6:15:27 PM
RojavaNews: Nûneratya Herêma kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûryê wê sibe mûman li bajarê Hewlêrê vêxînê.
Bi helkefta salvegera dûzdan ya raperîna Qamişlo herwiha salvegera pêncan ya şoreşa Sûriyê ,Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê daxuyaniyek belav kir, û têde raghand ku ewên berdewam bin di şoreşa xwede, ta rêjîma Sûriyê birûxe.
Her di wê daxuyaniyê de hatye ku wê ENKSê kar bike ji bo avakirna Sûriyayek yekgirtî dîmqrat û çaresirkirna doza kurdî li gor pirensîpên Navdewletî.
Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê bi vê helkeftê banga li derxistna xwepêşandanekî li pêşya parka şaneder li Hewlêrê kir .
Xewpêşandan wê sibe demjimêr yazdeyê nîvro destpêbike û têde wê mûm werin vêxistin.