Print this page

PYDê Ofîsa ENKSê girt û endamekî wê jî bir!

10:36:47 PM

RojavaNews_TirbêSpî :îro, Asayîşa ser bi Partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYDê ve destdanî ser Ofîsa Encumana Nîştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê a Xocehî li gundê Sîha li navçeya Sinceqê rojavayî bajarokê TirbêSpî, û endamekî wê jî girtin.

Li gorî Jêderên RojavaNews , Çekdarên PYDê îro 10.3.2016, Ofîsa Encumana Nîştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê li gundê Sîhayê li navçeya Sinceqê rojavayî bajarokê TirbêSpî girtin ,derî û pençeryên wê şikandin û destdanî ser Armeya Ofîsê jî, û endamekî wê binavê (Memo Ebdulhemîd ) jî girtin.

Tê zanîn ku, Çekdarên PYDê biberdewamî astngiyan ji karûxebata ENKSê re çê dike û heval û alîgirên wê digre, bitaybetî endamên PDK_Sê.

Rîdûr Qamîşlokî