Rojava News: Artêşa Tirkiyê bi top û tankan dora navçeya Geverê ya Colemêrgê gitiye û nîvê xelkê bajêr reviyane!
Ev çend roj in artêşa Tirkiyê amadekariyên operasiyona leşkerî li navçeya Geverê dike. Bi dehan tank, top û otomobîlên zirhî û bi hezaran leşker li nav û derdora Geverê hatine komkirin.
Li gor zanyariyan dewleta Tirkiyê amadekariyên ragihandina qedexeya derketina derve û operasiyona leşkerî li Geverê dike.
Ji ber wê jî xelkê Geverê ji malên xwe direvin û ji 100 hezar kesî tenê 40-50 hezar kes di nav bajêr de mane.
Xelkê Geverê berê xwe dane Wanê û Çolamergê, û niha şerpeziya wek xelkê Cizîrê û Sûrê jiyandikin.
09:12:43