Print this page

De Mistura : Divê Kurd nerîna xwe li ser paşeroja Sûriyê bidin

Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan Di Mistura ragehand ku, pêwîste Kurdî li Sûriyê bikarin nerîna xwe liser pêşeroja welatê xwe û destûra wê bidin.

Derbarê mafê Kurdan  Nûnerê Neteweyaên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan Di Mistura daxuyaniyek bo rojnameya Lotan a Siwîsrî re belav kir tê de wiha gotibû: "Kurd beşekî sereken e li Sûriyê, bi çi şêweyî be dive bikarin nerîna xwe li ser destûrê û çareserkirina siyasî bînin ziman."

Berî niha Wezîrê Deve yê Rûsyayê Sergy Lavrov daxwaza beşdarbûna Kurdan di danûstandinên Cenêv3 de ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan Di Mistûra kirbû.

Ji aliyê xwe jî Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê ragehandibû ku, welatê wî piştgiriya beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di gera duyemîn a danûstandinê Cenêv3 de dike.

Kerby dabû zanîn ku, biryara beşdarbûna nûnerên Kurdan di danûstandinan de li nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura vedgere, tekez kir ku, welatî wî di hawlêîn xwe bike daku beşek ji proseya danûstandinê be.

Biryare sibe danûstandinên Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê di gera xwe ya duyemîn de destpê bike.

10:06:19