Print this page

Li bajarê Tirbespiyê teqînek bihêz çêbû!

Rojava News: Li bajarê Tirbespî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek bihêz çêbû, di encamê de 2 endamên Asayişê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên ji deverê hatine wergirtin  şevêdin teqînek bihêz li nav bajêr qewimiye.

Teqîn li nêzîkî navenda Asayişa Tirbespiyê çêbûye û teqînek gellek bihêz e.

Teqîn di saet 23:02 li gor dema Qamişlo û 00:02 li gor dema Hewlêrê derketiye. Çavkaniyê Rûdawê da xuyakirin, ku teqîn di encama teqîna bombeke vedayî de derketiye. di encama teqînê de ku li pêşiya navenda Asayişa bajêr çêbûye, 2 endamên Asayişê birîndar bûne û birîna wan jî giran e.

Li gor zanyariyan, dengê çekan li nav bajêr tê bihîstin û xelk navêre derkeve derve.

10:22:26