Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê de ragihand: Dema ku DAIŞê êrişî Başûrê Kurdistanê kir, karkirin di vê zanîngehê de nesekinî û ew yek jî berxwedana gelê Kurd nîşan dide. Barzanî herwiha got, ti hêzek nikare pêşiya Kurdan ber bi pêşketinê bigire.
Îro duşemî 14ê Adarê piştî nîvro, merasîmek bo vekirina Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Bi kefyxweşî ve ez îro li gel we me bo beşdarîkirin di vê merasîmê de. Vekirina zanîngehê destkevteke giring a zanistî li Herêma Kurdistanê ye. Îro rojek dîrokî ye bo gelê Kurd ku roja jidayikbûna Barzanî û 25 saliya bîranîna rizgarkirina bajarê Dihokê ye. Vekirina zanîngehê di vê rojê de giranî û xweşiyek din dixe ser xweşiyên gelê me di 14ê Adarê de.”
Barzanî amaje bi êrişên DAIŞê bo ser Başûrê Kurdistanê kir û da xuyakirin: “Êrişên DAIŞê nebûne sedema rawestandina karwana avedanî û pêşxistina Kurdistanê û di dema êrişên DAIŞê de karkirin li vê zanîngehê neskinî.”
Barzanî herwiha got: “Ti hêzek nikare pêşiya Kurdan ber bi pêşketinê ve bigire.”
Mesûd Barzanî axavtina xwe wiha berdewam kir: “Dema karkirin di vê zanîngehê de DAIŞê şer dikir û dixwast ji vê deverê nêzîk bibe. Me bergirî dikir û herwiha me berdewamî bi karwana avedaniyê jî dida û karkirin di vê projeyê de nesekinî. Ew yek jî nîşanderê berxwedan û bergirî ya gelê me bû, her ji ber wê me karî serbikevin û zanîngeh jî bibe sembola zaniest û serkevtin. Ez hêvîdar im Zanîngeha Amerîkî bibe mînakek zidnî û serkevtî li Rojhilata Navîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axavtina xwe de destxweşî li Serokê Fexrî yê Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê Mesrûr Barzanî, Serokê Zanîngehê Dr. Michael Muinx, xelkê Dihokê û gelê Kurdistanê jî kir.
Mesûd Barzanî di beşeke din a gotara xwe de behsa serxwebûna Kurdistanê û xebat û têkoşîna gelê Kurd bo azadiyê kir û destnîşan kir: “Kurd 2 hezar sal e xebatê bo azadiyê dike, bo azadiyê gellek qurbanî dane û gellek têkoşîn bo bidestxistina azadiyê kriiye. Ez hêvî dikim ew qurbanî bes bin û em hemû di azadiyê de bijîn. Meha Adarê meha qedera Kurd e, meha serkevtin û şikestên Kurd e û ez hêvîdarim ku gelê Kurdistanê azadiya yekcarî bi dest bîne.”
Barzanî amaje bi proseya pêkanîna reforman li Başûrê Kurdistanê jî kir û da xuyakirin: “Heyamek berî niha min ragihand, ku ti kirîzek nabe rêgir li pêşiya wan reformên ku me dest pê kirine û emê berdewam bin.”