6:14:51 PM
RojavaNews: Encûmena Neştîmaniya Kurdî li Sûriyê tekez kir, ku ew hatne vexwendin ji bo beşdar bibin di danustandinên cinêv3 de di riya nunerên xwe yên ku beşdarin di şanda danustandinên cenêv ya bi ser opozisyona Sûriyê ve.
Nûnerê pêwendiyên derve yê Encûmena Neştîmaniya kurdî li Sûriyê Siyamend Hao got, ku netewên yekgirtî wê nuneratya kurdan di riya nunerên ENKS yên beşdar di nav şanda desteya bilind ya danustandinên Opozisyona Sûrî ya ku wê li gel şanda rêjîma Esed danustandnan di Cenêv de pêk bînin .
Ew jî wekû bersiv li ser ragehandinên Stîfan Dîmistora Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê ku gotbû kurd ne hatne vexwendin lê rastî ewe ,ku tenê PYD nehatiye vexwendin ,ne ku kurd nehatne vexwendin, Encûmena Neştîmanî ya kurdî di heman daxuyanyê de daxwaza roxandina Esed kirin û despêkirna gengeşyên vekrî li ser yasaya Sûriyê ya pêşerojê kir.