Rojava News: Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereya Sûriyê de eşkere kir ku heya niha Dijbereya Erebî ya Sûriyê federalîzm qebûl nekiriye.
Endamê şanda danustankar a Dijbereya Sûriyê li Jenêvê Fuad Elîko ku di heman demê de endamê serkirdayetya Encumena Niştmanya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî ye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ku heya niha Dijbereya Erebî ya Sûriye sîstema federalîzm qebûl nekiriye.
Fuad Elîko got, Dijbereya Sûriyê hizra avakirina sîstema federasyonê li Sûriyê wek planeke rûsî dizanin.
Elîko herwiha bel kişande ser wê yekê ku ku wan weke ENKSê di sala 2013 an de dema ku tevlî Îtîlafa Dijbereya Sûriyê bûn, daxwaza fêderalîzmê kir.
10:28:53