Rojava News - Qamişlo: Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de got, ku gelê Kurd ji bo komkujiya Helepçe di roja 16ahan de li 11:00 5 xuleka rawestin”
Di kopiya teksta ENKSê ku giha jêr deste Rojava News de tê gotin;
"Berî bîst û heşt salan di 16ê adara 1988, rejîma Iraqê yê kevn sûcê herî giran li dijî gelê kurd li Kurdistana Iraqê kir û bi hêzên hewayî bombarana kimavî bi ser gele kurdistanê li Helepçe barand. Herî kêm 5 hezar kes şehîdbûn û zêdetirîn 10 hezar kes jî birîndar bûn ku piarnşyê wan jin û zarok bûn. Zedetir ji 70 hezar kes jî ji ber bandora xazaa kîmavî avarebûn.”
Herweha di daxuyaniyê de hatiye ku; “Em weke ENKSê da wê buyerê şermezar bikin û piştgirya xwe ji bo herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Hikumet û xelkê kurdistanê nişanbidin em 5 xuleka radiwestin û bangî hemû gele Kurd dikin da di 11:00ê 16a hande 5 xuleka rawestin.
11:48:09