Rojava News: Pêşî bêhneke xweş a sêvê hat piştre jî mirin… Zarokên di dergûşê de jinên ku li zeviyê dixebitin tev mirin. Kulîlkên rengûreng çilmisîn, baskên çûkan şikestin.
Êrîşa kîmyabaranê a bi ser Helepçeyê de di 16ê Adara 1988an de çêbû. Sedam Huseyîn bi hinceta tefandina serhildana Kurdan di navbera salên 1986 û 1988an de bi navê Enfalê êrîşek bire ser Kurdan. Di êrîşa enfalê de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Qetla herî mezin jî li Helepçê çêbû. Artêşa Îraqê roja 16ê Adara 1988an bi çekên kîmyewî êrîşê Helepçê kir. Di encama vê êrîşa menfur de 5 hezar Kurd mirin ji 7 hezarî zêdetir Kurd jî birîndar û nexweş ketin. Kurdên ku man jî berê xwe dane Tirkiye û dest bi rêwîtiyeke zor û zehmet kirin. Bi sedan Kurd jî di rê de mirin. Lewra rê dûr bû dinya jî sar û serma bû.
Di êrîşa kîmyabaranê de bi hezaran Kurd mirin lê zarokekî ku di hembêza bavê xwe de jiyana xwe ji dest dayî bûye sembola Helepçê. Fotoxrafê wî zarokî, rojnamevanê ji Tirkiyê Ramazan Ozturk kişandibû. Piştre weke sembola qetlîama Helepçê peykerê bav û pitik li bajarê mirinê, li Helepçê hate danîn.
Dehşeta wan rojan bi fotoxraf û vîdeoyên rojnamevanan di bîra gelê Kurd de hate tomarkirin.
Yek ji şahidê qetlîamê Ramazan Ozturk ew rojên reş û tarî, bi êş û elem wiha êkat dike: “Li her derekê cesed hebûn. Bêhneke giran bi hewayê ketibû. Çermê hinek zarokan qeliyabûn, çermê hinek zarokan jî mor bûbûn. Piraniya miriyan jin, zarok, kal û pîr bûn. Hinek zarok ji palçê dayîkên xwe pekiyabûn û li derdorê belav bûbûn, hinek insanan li mala xwe li ser sifrê canê xwe teslîm kiribûn, hinekan li pêpingê jiyana xwe ji dest dabûn. Hinekan gava pitika xwe dimijandin li gel pitika xwe canê xwe dabûn, hinek jî gava bi hevalên xwe re dilîstin ketibûn ber pençê mirina bi jehr.
Li zeviyên derdora bajêr jî bi sedan insanên ku tevde mirin hebûn. Gava mirov ji dûr de lê mêze dikir mirov digo qey li şûna giya bedenên insanan hatine çinîn. Li vê goristana servekirî piranî dîsa jin û zarok bûn. Hemiyan xwe spartibû hevdin û teslîmî mirinê bûbûn.
Hinek jî li ser avê miribûn. Wan dikir ku şewatên di laşê xwe de bi avê hênik bikin. Li pişt cesedên insanan ajalên ku laşê wan werimîn û telef bûn xuya dikirin. Bi kurtî her tiştek li cihê xwe bû lê bê can û bê rih bûn.”
Heta wê rojê bi ser xelkê sivîl de bombebaraneke bi vî rengî nehatibû kirin. Ev êrîş li dinyayê weke êrîşa herî mezin a bi ser xelkê sivîl de tê qebûlkirin.
Di nava koktaîla ku bi ser Helepçê de hate avêtin de, gaza Xerdalê hebû. Gaza Xerdalê zirarên mezin dide çav, çerm, gewrî û kezeba mirov. Gaza Xerdalê bandora xwe jî bi salan didomîne. Li ser nifşên nû jî tesîrên menfî çêdike. Loma piştî kîmayabarana Helepçê gelek zarok jî seqet hatine dinyayê.
Piştî ku Sedam hate îdamkirin di 1ê Adara 2010an de Dadgeha Cezaya Bilind a Îraqê ev êrîş weke komkujiyekê qebûl kir. Êrîş di parlamentoyên hinek welatan de jî weke sucekî li hember insaniyetê hate binavkirin û hate şerimandin.
12:05:15