Print this page

Teqîna Enqerê TAKê girte ser xwe!

Rojava news: Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) îro di daxuyaniyeke nivîskî de berpirsatiya teqîna şeva 13ê Adarê ya li paytexa Tirkiyê bajarê Enqerê qebûl kir.

Di da xuyaniyê de tê gotin, em wek Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) çalakiya 13ê Adar a sala 2016an a li navdenda Enqerê, li dijî navendên biryar û rêvebirinê ku li hember gelê Kurd komkujiyên hovane birêve dibe, digirin ser xwe.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Çalakî ji aliyê endamê rêxistina me Doga Jiyan (Seher Çagla Demir) ve hatiye pêkanîn.”

Li gor daxuyaniyê, kesa ku çalakî pêk aniye di sala 2013ê de tevlê refên TAKê bûye.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de TAK wiha dibêje:

“Tîmên me, tola komkujiyên hikûmeta AKPê li gor xeta me ya şoreşî û radîkal û bi navê pirsîna hesabê, hêzên dewletê li kela faşîzmê û berberiyetê, Enqerê kirin amrmanc.”

TAKê herwiha amaje bi wê yekê dike, ku ji ber destwerdana hêzên polîs di dema pêkanîna çalakiyê ji aliyê endama wan ve, kesên sivîl jî bûne qurbanî û xemgîniya xwe li hember qurbanîbûna sivîlan di wê çalakiyê de, ku ti berpirsatî û ti têkilî bi şer re nebûne, anî ziman.

Daxuyanî herwiha dide xuyakirin, ku di çalakiya 13ê Adarê de jî gellek polîs hatin kuştin û tekez kir, her wek çalakiya pêştir a Zinar Raperîn, hikûmeta Tirkiyê hejmara kuştiyên polîs û leşkeran veşart û hejmara kuştiyên sivîl derxist pêş.

TAKê herwiha diyar kir, ku çalakiyên wan dê berdewam bin.

Şeva 13ê Adarê li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê teqînek bihêz çê bû û di encamê de 37 kes hatin kuştin û 122 kes jî birîndar bûn.