Print this page

Şêxmeqsûd… Di encama topbaranê de 12 Welatî birîndar bûn

5:06:15 PM

RojavaNews: Topbaran kirina Taxa Şêxmeqsûd ji aliyê  girûpên Islamî yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve berdewame.

Rewangiha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand , ku şeva bûrî taxa Şêxmeqsûd  ya li Helebê , ku piraniya neşteçiyên wê Kurdin, ji aliyê  girûpên Islamî yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve hat topbaran kirin, û ta niha ziyanên wê Topbaranê  nehatine zanîn.

Ji aliyê  xwe ve Mîdiyaya bi ser rêjîmê ve ragihand , ku di encama Topbaranê de , 12 Welatiyên Taxa Şêxmeqsûd  birîndar bûne.