Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, rêxistina DAIŞê li hemberî xrîstiyan, kurdên êzidî û misilmanan tawanên jenosîdî kiriye.
Piştî Kongreya Amerîkayê dosyaya tawanên jenosîdî ya DAIŞê li hemberî kurdên êzidî û xrîstiyan pesend kir, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî derbarê vê yekê de daxuyaniyek da.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di civînekê rojnamevanî de ragihand rêxistina DAIŞê ji tawanên li hemberî kuştina nîjadî ya kurdên êzidî, xrîstiyan û misilmanan berpirsyar e.
John Kerry amaje kir ku Amerîkayê derbarê êrişên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyeyê lêkolîn kiriye û DAIŞêbi çalakiyên xwe sûcên jenosîdê kiriye.
Herwiha Kerry diyar kir ku Amerîka ji bo hisabê van tawananên DAIŞê tişta ji destê wê were dê bike.