Rojava News: Çekdarên komên terorîstî yê tundrewê îslamî li taxa Şêxmeqsûd komkujiyek pêk anîn.
Çekdarên komên terorîstî yê tundrewê îslamî bi mûşek û hawan, û cereyên gazê hemwelatiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê topbaran dikin. Ji ber topbaran 4 welatiyên sivîl ên taxê şehîd bûn û 7 jî kes jî birîndar bûn. Ji 4 kesên şehîd 3 ji heman malbatê ne.
Kesên ji heman malbatê ku di topbaranê de jiyana xwe jidest dane, navên wan wiha ne: Bav: Umer Cumaa (40) û herdu keçên wî Rewşen (16) û Fatîma (12).
Ji ber topbaran komên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê li ser taxa Şêxmeqsûd ji 16’ê sibatê hetanî niha 54 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.