Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo Newrozê, peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de balê kişand ser şer û pevçûnên li bajarên kurdan û got: ‘Ji bo ku şerê ‘netewan' neqewime divê şer û xwînrijandin were sekinandin. Li ser rewşa Sûriyayê jî Barzanî diyar kir ku sîstema federal ji bo krîza Sûriyayê çareyek baş e.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cejna Newrozê bi peyamek pîroz kir. Di peyamê de wiha hate gotin: ‘Ez cejna hemû birayên xwe yên kurd pîroz dikim û serkeftinê jib o wan dixwazim.
Barzanî ragihand ku kurd pisrgirekên xwe bi tiyên diyaloh û aştiyê çareser bikin. Şer û pevçûnên li Tirkiyayê ku li bajarên kurdan diqewimin em bi gisawetin. Ji bo vê yeke ku hêj bobelatên mezin neqewimîne û zêdetir xwîn nehatiye rijandin gele şer û pevçûn bê rawestandin.
Barzanî di peyama xwe de cih da bûyerên li Sûriyayê jî û da zanîn ku em li wî welatî pişrgirya sîstema fedaralîzmê dikin. Niha ev system di roja me de jib o Sûriyayê sîstema herî baş e. Divê aliyên siyasî li ser vê mijarê li hev werin.