Rojava News: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi peymekê de, pîrozbahiya Newrozê li gelê Kurd û li hemû gelên ku Newrozê dikin, kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di beşekê ji wê peyamê arasteyî Pêşmerge kir û got: “We bi serkeftina li ser DAIŞê, Newroza we bi azadî û bi destaneke din dewlementir kir.”
Derbarê şerê DAIŞê û krîza darayî de, Barzanî got: “Mixabin şerê DAIŞê û krîza darayî, bandoreke neyênî li ser rewşa Herêma Kurdistnê bi giştî çê kiriye.”
Barzanî herweha got: “Dilniyabûnê didin hemû gelê Kurdistanê, ku ev krîz dê derbas bin û terror jî namîne û Kurdistan jî di pêşketinê de berdewam e.”
Di peyama bi boneya cejna Newrozê de, Barzanî hêvî xwast û got: “Hemû aliyên Kurdistanê bi hev re rûnin û hemû pirsgirêkan bi guftpûgoyê çareser bikin, çûnkû qonaxa bê pêwîstî bi yekrêziya heye bo bi temamî biser kevin, Kurdistanê biparêzin û destkeftên zêdetir bo gelê xwe bidest bixin.”