Rojava News: Di şeva Newroza sala 2015an de, 2 otomobîlên bombebarkirî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqiyan, di encamê de 53 kes bûne qurbanî û bi dehan kes birîndar bûn.
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û hejmarek ji xelkên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê dimînin, bi merasîmeke pêxistina mûman, şehîdên Newroza Hesekê bibîr anîn.