Print this page

Di Newrozê de Esed çiyayê Kurdan bi bermîlan topbaran dike!

Rojava News: Di di roja Newrozê de, hêzên rêjîma Esed bi bermîlên teqîner gundên Naciya, Merdanî li derdora bajrê Laziqiyê li ser Çiyayê Kurdan li rojavayê Sûriyê bombebaran kir.

Di di roja Newrozê de, hêzên rêjîma Esed bi bermîlên teqîner gundên Naciya, Merdanî li derdora bajrê Laziqiyê li ser Çiyayê Kurdan li rojavayê Sûriyê bombebaran kir.

Li gorî zaniyariyên ji çavkaniyên devera Çiyayê Kurdan li parêzgeha Laziqiyê li rojavayê Sûriyê Rêjîma Esed ji vê sibê de bi rokêt, topên Hawin û Bermîleyên Teqîner êrîş birine ser deverên di bin deselata opozisyonê de.

Piştre hêzên Rêjîmê dest bi êrîşan kirin bo ser gundê Eltûfahe û ji aliyê hêzên Opozisyonê hate şikandin. Lewma hêzên Rêjîma Esed dest bi êrîşên ezmanî kir bo ser navçeyên Idlib û Ciyayê Kurdan û ew bi bermîleyên teqîner topbaran kir.

Herwiha hate zanîn ku li wan navçeyên ku dirêjiya êrîşan li ser heye, birîndar hene û rêjîm jî berdewame li ser toparan kirina wan deveran.