Print this page

Gewregosk: 2 penaberên Kurdên Sûriyê binavbûn

8:31:07 PM

RojavaNews: Îro roja Sêşemê 22.3.2016 , 2 Penaberên Kurdên Sûriyê li çemê Zapê li nêzîkî  bajarokê  Kelekê li Hewlêrê binavbûn.

Jêderekê ji RojavaNews re ragihand , ku her yek ji Murad ê 21 salî û Elî Reşad , ji bajarê Hesekê  yê Rojavayê Kurdistanê binavbûn.

Herwiha wî jêderî  tekez kir , ku wan herdu xortan avjenî  di çemê Zapê de dikirin.