Print this page

Cizîrê: Polîsên Tirk êrîşî Newroza Cizîrê kirin!

Rojava News: Li Cizîrê, polîsên Tirk êrîşî girseya gel a xwest Newrozê pêşwazî bike, kirin.

Ji bo Newroza fînalê, girseya gel li ber avahiya DBP’ê ya navçeya Cizîrê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Ji ber vê êrîşa hêzen rejîmê, gel daket kolanan û dirûşma “Kujer dewlet wê hesab bide” diqîre.

Ciwan jî bi keviran bersivê didin êrîşa polîsan. Rewşa aloz a li navçeyê, ji ber êrîşên hêzên rejîmê dewam dike.