Print this page

ENKS teqînên Brukselê şermezar kir

4:31:05 PM

RojavaNews: Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê   teqînên ku duh li Brukselê rûdan , ku  di encam de bi dehan birîndar ketin şermezar kir,û  sersaxî ji bo malbatên qurbaniyan û milet û Hikûmeta Belcîkî re xwest.

Herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurdî  got , ku em piştevaniya Miletê Belcîkî dikin , û got ku ev kiryarên terorîstî yên ku tên pêkanîn li dijî mirovatiyê ne , û divê  piştevaniyeke navnetewî ya mezintir hebe da ev kiryarên terorîstî bi dawî werin.

Tê zanîn duh roja Sêşemê 3 teqîn li Brukselê rûdan û di encamde 34 kesî jiyana xwe ji dest dan .