Print this page

Rûsya Şervanên Kurd li Sûriyê rahênan kirine!

Rojava news: Ferîqî Yekem di Artêşa Rûsya de Alexander Dvornikov  ragehand ku, Rûsya sîstema bergirî ya pêşketî radestî Arêşa Rêjîma Sûriyê kiriye.

Alexander Dvornikov  got: “Di çarçoveya bihêzkirina Artêşa Sûriyê, me çek û pêdawîstiyên teknîkî û pêşkeftî radestî artêşa Sûriyê kirine.”

Herwiha got: “Me ne bi tenê alîkarî jibo artêşa Sûriyê pêşkêş kirine, lêbelê me rahênan û alîkarî jibo Şervanê Kurd û hêzên niştimanî jî kirye.”

Navborî tekez kir ku, bigeha têkbirina têrorsîtan ew bû “Hemahingî di navbera firokeyên şer ên Rûsya û û hêzên hikûmeta Sûriyê de hebû.”