Rojava News: Komên çekdarên terorîstî careke din êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin û 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 6 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan çekdarê komên terorîstî ku êrîşên xwe li ser sivîlên taxê zêde kirine doh piştî nîvro dîsa bi topên hawanê û fûzeyan, êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin.
Di encama êrîşan de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa bi çekên giran li ser taxê didome.