11:14:10
Rojava News: Êrişa grûbên terorîst yên girêdayî Koalisyona Sûriyê li ser taxa Şêxmesqsûd didomin. Di encamê de, jinekê jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl jî birîndar bûn.
Êrişa grûbên terorîst yên girêdayî Koalisyona Sûriyê li ser taxa Şêxmesqsûd didomin. Di encamê de, jinekê jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl jî birîndar bûn. Grûbên terorîst bi hemû cureyên çekên giran êrişê dibin ser taxê. Di encama êrişên terorîstan ên şevê din de jinekê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hejmara qurbaniyên êrişên dijwar ên van her du rojên dawiyê de, bûn 19 kes û hejmara birîndaran jî bû 75.
Grûbên terorîst ji 16ê sibatê ve êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Êrişên herî dijwar jî di van her du rojên dawiyê de pêk hatin.