Print this page

Topeke hawnê li gundê Til Exder li Rojavayê bajarê Girî Sbî teqiya

4:51:40 PM

RojavaNews:Her di derbarê toparankirna taxa Şêx Meqsûd bi çekên kîmawî yên ku di civaka navdewletî de qedexekrî ne , Encumena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê dibêje ku ev kiryar hewleke ji bo armanckirina proseya siyasî û danustandinên Cenêvê .

 

Emîndarya giştî ya encumena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê di daxuyanyekî de armanckirina sivîlan li taxa Şêx Meqsûd bi çekên kîmawî şermezar kir. û daxwaz ji desteya bilind ya danustandinên Cenêvê  kir, ku vê tawanê şermezar bike ji ber ku ev kar proseya siyasî û danustandinên Cenêvê  dike armanc .

 

ENKS herweha bang li civaka navdewletî kir ku lêkulînê li ser vê tawanê bike, û eşkere bike ji bo rawestandina van binpêkirinan û parastina sivîlan li wê taxê .