Print this page

Ji Tirkiyê ve hawanek ket Qamişlo!

10:22:17

Rojava News: Hêzên dewleta Tirkiyê ve hawaneke din avêtin bajarê Qamişlo.

Topa hawanê ku doh êvarî ji aliyê Tirkiyê ve hate avêtin li herêma sînaa ya kevin ket. Di encamê teqîna tope de tiştek li tu kesî nehat, lê ziyana madî pêk hat.

Di êrîşên hêzên dewleta Tirkiyê yên li ser Nisêbînê de ewa çend care tope hawanê sînor derbaskiriye û li Qamişlo ketiye.

Ew rewşa ha li ser nişteciyê Qamişlo bandorekî ne baş dike.