Print this page

PDNK’ê ji bo piştgirîdayîna girtiyên rojava dest bi grevê kir

Rojava News - Amed: Partiya Demokrata Neteweyî ya Kurdistanê(PDKS), bi daxuyaniyeke çapemeniyê, hem greva birçîbûnê ya piştgirîdayîna girtiyên di zindanên Îranê de da destpêkirin hem jî Komara Mihabadê bi bîr anî.
                                       
Daxuyaniya ku li avahiya PDNK’ê ya Amedê hat dayîn, ji alî Berpirsê Komîteya Greva Birçîbûnê ya PDNK’ê Cemşîd Firat ve hate xwendin.
 
Firat mixabiniya rûxandina Komara Kurd a Mihabadê anî ziman û diyar kir ku dîsa jî Komarê bi mîrateyên xwe yên mezin ên wek srûda neteweyî ya kurd û ala Kurdistanê, ji kurdan re diyarî kirî ye.
 
Cemşîd Firat balê kêşa ser wesîyeta Serokkomarê Dewleta Kurd a Mihabadê Pêşewa Qazî Mihemmed a beriya bê darvekirin nivîsî bû û got: “ Pêşewa Qazî Mihemmed vê wesiyetê li me kir: ‘Heta hun hev negirin, hunê bisernekebin. Ger welatê we hebe û serbestiya we hebe, wê gavê ewê her tiştê we hebe. Wê hem mal û serwet û hem jî niştiman û dewleta we hebe” Firat, diyar kir ku ew, wesîyeta Qazî Mihemmed weke erkeke neteweyî dibînin û ji ber vê yekê, ew jî ji bo erka xwe bi cih bînin û piştgirî bidine girtiyên di zindanên Îranê de dest bi greva birçîbûnê kirine.
 
Di çalakiya ku roja yekşemê hatibû destpêkirin de, ji sê rojan carekê koma ku grevê dimeşîne. Di derbarê mijarê de Cemşîd Firat ji ragihand ku piştî greva birçîbûnê ya ku li gellek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li gellek cihên din hatin destpêkirin, dewleta Îranê bi girtiyan re dest bi hevdîtinan kirî ye û li ser xalên ku wê mercên girtîgehan bêne durustkirin û girtiyên siyasî ji nav girtiyên adlî derxînin li hevhatin pêk hatine lê ji ber ku heta niha bi tevahî bi encam nebûne ewê greva xwe ya piştgirîdayînê dom bikin.
 
BasNews