Print this page

Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir!

10:26:40

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh (10 04 2016), bi şandekê ve serdana Tirkiyê kir û li gel Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê du hevdîtinên cuda pêkanîn.

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdisatanê; Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî , roja 10.04.2016ê, bi serokatiya şandeyekê, ji bo serdaneke yek rojî gihişte bajarê Stenbolê û li bajêr, bi awayekî cuda, li gel serokomarê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan  û serowezîrê Tirkiyeyê Ehmed Dawudoglu re  civiya.

Di civînên navbera serokwezîrê herêma Kurdistanê û serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê de, pêşhatên dawiyê yên rewşa herêma Kurdistan, Îraq û herêmî bi giştî  di warê emnî û şerê dijî terorîstên DAÎŞê de û amadakariyên operasyona azadkirina Mûsilê, ji bin destê terorîstan hatin gotûbêj kirin.

Têkliyên navbera Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê di warê aborî, bazirganî û derbaskirina wê kirîza êkonomiya rastî herêma Kuridstanê hatiye û pêkhateya nû ya hikûmeta Îraqa federal jî di civînan de hatin behs kirin.