Rojava News Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh 11 nîsanê li Selahedîn pêşwaziya Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka Barak Obama yê Hevpeymaniya Navdewletî di Şerê liDijî DAIŞê de Brett McGurk û şandekî ligel kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Amerîka li Hewlêr Matthias Mitman amade bû, di derbarê qeyrana siyasî ya Iraqê û çareserkirina wan danustandina bîr û ramanan kirin û Nûnerê Taybetê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletî di Şerê lidijî DAIŞê tekez li ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê ya li aramiya siyasî û çareserkirina kêşeyan kir.
Her wiha biryar hate dayîn ku herdu alî li ser şêwirîna peydakirina rêya derbasbûna ji qeyrana siyasî de berdewam bibin.
Di beşekî din ê civînê de ronahî xistin li ser amadekariyên operasyona azadkirina Mûsil û qonaxa piştî azadkirina Mûsil û herdu alî li ser hebûna rêkkeftinekî siyasî ya di navbera aliyan û pêkhatan ya qonaxa piştî azadkirina Mûsilê de hevrê bûn.