11:27:38
Rojava News: Duhî êvarî Coe Biden cêgirê serokê Emerîkayê bi rê telefone peywendî li gel Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê kir û behs operasyona Mûsilê û rewşa sîyasî ya Îraqê kirin.
Li gor malper a fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê: di peywendîyek a telefonî ya di navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cêgirê serokê Emerîkayê Coe Biden de rewşa sîyasî ya Iraqê û operasyona Mûsilê hate gotubêjkirin.
Di axavtinê de amaje bi yekrêziya piroseya siyasî, herweha rewşa akinciyê deverê jî hate kirin.
Her li gor malper a serokatiya Herêma Kurdistanê di vê peywendî ya telefonî de, ronahî jî xistine ser şerrê DAİŞê û amadekarî yên opirasyona Mûsilê û tekez hatîye kirin li ser karê hevpişk û hevahengî ya berdewam di navbera hêzên hevpeymanan, hêzên Pêşmerge û hêzên Îraqê li têkşandin a tîroristan û azadkirin a dever ên jêr dest ên teroristên Daişê.