11:43:31
Rojava News: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçeya Mehserta Mêrdînê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' hatin girtin.
Di serdegirtinên duhî li ser rêxistinên HDP û BDPê yên Mesertê de, hevserokên DBPê yên navçeyê Mehmet Ozdemîr û Esra Yilmaz û hevseroka HDPê ya navçeyê Elmas Demîrcan hatibûn binçavkirin, hevserok bi îdîaya ku "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Di serdegirtinên duhî li ser rêxistinên HDP û BDPê yên Mesertê de, hevserokên DBPê yên navçeyê Mehmet Ozdemîr û Esra Yilmaz û hevseroka HDPê ya navçeyê Elmas Demircan hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeyên wan ên li dadgehê Ozdemîr, Yilmaz û Demircan li ser daxwaza dozger hate girtin û şandin girtîgehê.