Rojava News: Endamê serkird di Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ebdilrehman Gelo di programê hevpeyvîna ARK de got: "Qonaxa peymana Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihokê ji hev du cudan e, qonaxa nû ya ku em niha tê de derbas dibin, ji me tê xwestin wek hêzên siyasî em alîkarê serkeftina hevpeymana Dihokê bin, ji ber ku hevpeymana Dihokê girêdayî hevpeymana navdewletî ye lewma divê em bi hev re kar bikin".
Derbarê mijara partiyên Encumena Niştîmanî ya Kurdî yên ku dengê xwe dan berbijêrên (Tev-Dem) Ebdilrehman Gelo got: "Nayê qebûlkirin ku 3 aliyên siyasî di hundirê ENKS de dengê xwe bidin aliyên derveyî encumenê ."
Gelo serbarkir û got ku dê di demekê nêzîk de navên wan her 3ê aliyan ji ragihandinê re were eşkere kirin û cihê wan di ENKS denîne.
Gelo diyar kir ku: "Piştî avakirina Lêvegera Siyasî dê ENKS bi hemû hêzên xwe hewil bide ku rêveberiyek hevbeş li Rojavayê Kurdistanê ava bike, û em wekû ENKS dibînin ku Rojavayê Kurdistanê yek parçeye ne 3 kanton in."
Helebça Sadûn