Print this page

Demirtaş: Bi ragihandina xweseriyê kêşe nayê çareserkirin!

11:39:40

 

Rojava News. Serokê HDPê selahettin Demirtaş li paytextê Almanyayê, Berlîn axivî û got ku bi ragihandina xweseriyê kêşe nayê çareserkirin.

Selahettin Demirtaş duh li Berlînê beşdarî civînekê bû û tê de wiha axivî: "Em dixwazin dîsa muzakere dest pê bikin".

Herwiha Demirtaş ragihand ku wan di pêvajoya çareseriyê de şaşî kirine û wiha got: "Xelkê him li rojava û him jî li rohilata Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dikir. Xeletiya me ku me ew muzakere bi awayekî şefaf nemeşandin. Herwiha me parlemnto jî nexist navê û wekî din nabe ku insiyatif di destê kesekî tenê de be".

Derbarê xweseriyê de jî Demirtaş got: "Ragihandina xweseriyê bi partiyan ve ne girêdayî ye û bi ragihandina xweseriyê mirov ti encaman bi dest naxîne".