Print this page

DAİŞê 3ê rokêtê din avête Kilîsê!

11:51:26 

Rojava News: Ji Sûriyeyê ji hela çepere DAİŞê 3 roketên ku hatin avêtin li nêzîkî herêma sînor li eraziyekî bajarê Kilîsê ketin.

Li gor agahiyan 3 roketên ku ji Sûriyeyê hatin avêtin li bajarê Bakûrê Kurdistanê Kilîsê  li taxa Bolukê li nêzîkî rêya Oncupinarê ketin. Di teqînan de tu kes birîndar nebû.

Ji 3 roketan yek neteqiya.

Polêsan li der û dor tevdîrên ewlehiyê dîtin.