Print this page

Rejîma Sûriyê karmendên hikûmî neçar dike ku beşdarî hilbijartinan bibin

4:37:13 PM

RojavaNews: Îro roja çarşemê hilbijartinên perlemantoya Sûriyê dest pê kirin û rêjîm karmandan li Qamişlo , Dirbêsiyê û Amûdê neçar dike ku ew beşdarî hilbijartinan bibin.

Jêderekî teybet nexwest nave xwe eşkere bike ji RojavaNews re got , ku berî heftiyekî hemû dezgihên rêjîmê wek dezgihên perwerdiyê wêne ji nesnameyên Karmend û mamosteyan birin da ku wan neçar bikin , ku ew beşdarî hilbijartinan bibin , li Qamişlo , Dirbêsiyê û Amûdê.

Herwiha wî jêderî tekez kir , ku rêjîmê gefê li Karmendan dike ku wan ji karê wan dûr bixe eger ew beşdarî hilbijartinan nebe.