Print this page

Derîkê: Rojnamevanê kurd ji aliye PYDê ve hatiye işkencekirin !

12:30:47

 

Rojava News: Rojnamevanekî Kurd li bajarê Dêrikê ji aliyê komekê ve hat revandin û îşkencekirin.

Li gorî nuçeya daketiye ser malpera Rudawê: Rojnamevanê Kurd Ronî Mihemed dema bi erkê xwe yê rojnamevanî radibû li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, komekê çekdar ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ew revandin û îşkence li kirin.

 

Li gor heman nuçeyê; Piştî ku Ronî Mihemed di kenîseyeke bajarê Dêrikê de romala semînarekê li ser aştiya civakî bi encam da û vegeriya  ew ji aliyê komekê ve hate revandin û bi gotina wî, ew girûp ser bi PYDê ve bû û piştî demjimêran ji lêdan û îşkencê wê komê ew serbest berdan.

Mihemed anî ziman ku berî niha wê komê gef li wî kiribû, ji ber karê wî yê rojnamevanî.