Print this page

ENKSê di danûstanên Cenêvê de berdewame

12:45:01

 

Rojava News: Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ev ji bo danûstanên Cenêvê di nav şanda dijbereyê de berdewam in.

Ofîsa ENKS li Cenêv daxuyaniyek di derbarê xula sêyemîn ya danûstandinên Cenêvê de belav kir û têde tekez kir ku ew di nava şanda dijbereyê de berdewam in.

Di daxuyaniyê de, ENKS tekez dike ku beşdarbûna wan ji bo wê yekê ye ku dengê gelê kurd di çareseriya siyasî de hebe û bi gotina daxuyaniyê, ew berovajî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), helwesteke zelal li hemberî dîktatoriyê werdigrin.

Li gorî daxuyaniya ENKS, ev danûstandin derfeteke ji bo gelê Kurd ku mafên xwe bisepîne û dadmendiyê cî bi cî bike.

ENKS diyar kir ku divê desteyeke hikumraniya veguhêz xwedanê tevahiya desthilatan û bêyî Serokê Sûriyê Beşar Esed bê damezirandin.

ENKS bang li hemû aliyan kir ku danûstandinên ciddî bên kirin ji bo ku dewleteke aştiyane, demokrat, ne tayifî û federal li Sûriyê bê damezrandin.