Print this page

Nişteciyê Şehba ji ber topbarana DAİŞê berê xwe didin Efrînê!

10:30:03

 

Rojava News: Li bakurê Sûriyê, gelek xelkên navçeya Şehba ji ber şer û aloziyan koçî herêma Efrînê dikin.

Bi sedema şerê di navbera hêzên dijbereyê Sûriyê  û çekdarên DAIŞê de, gelek xelkên navçeya Şehba ya bakurê Sûriyê koçberî herêma Efrînê dibin.

Li gorî axaftina welatiyên navçeya Şehba, bi dehan ji xelkên vê deverê di encama topbarana hêzên çekdar û DAIŞê de, jiyana xwe jidest dane.

Her weke gotina çavkaniyên xweciyî, hevdem ligel dorpêça ku ji aliyê hêzên çekdar ve li ser herêma Efrînê dirust bûye, di van 2 rojan de bêhtir ji 100 malbatî ji navçeya Şehbaa ber bi Efrînê ve koçber bûne.