3:44:51 PM
RojavaNews: Şandeyeke ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê), doh êvarê bi nûnerine Nûnerên Yekîtiya Ewropa re civiya.
Şanda ENKSê ji herdu endamên desteya rikberiya Sûrî ya giftûgoyan Ebdulhekîm Beşar û Fûad Elîko û serokê oeîsa Peywendiyên derve yên encûmenê, Kamîran Haco pêk hat.
Şanda ENKSê ji berpirsên Ewropî re nêrîna xwe derbarê sîstema desthilatdariyê şîrove kir, û got ku, Sûriyeke federal na navendî bi destûreke nû dê mafên miletê Kurd biparêze, herweha mijarên penaberên li Herêma Kurdistanê û kirîza abûrî ya Kurdên Sûriyê hatine gotûbêjkirin.
Şanda ENKSê li Cinêv diyar kir ku, şandeya wê di hevdîtinê de bihêzkirina peywendiyên ENKSê ligel Yekîtiya Ewropî û berdewamkirina têkiliyan gotûbêj kir, da doza Kurdî piştgirî ji re bête pêşkêşkirin.