Print this page

ENKSê vekşandina xwe di berjewendiya gelê Kurd de nabînî!

Rojava News: Nûnerên ENKSê di nava şanda opozisyona Sûriyê bo danûstendinên Cinêv 3ê dibêjin vekşandina wan ne di berjewendiya gelê Kurd de  ye.

Li gor zanyariyên Rudawê Siyamend Haco endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) gotiye;  Eger ku ew xwe ji nav şanda opozisyonê vekşînin, dê ew jî wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li kolanan bimînin û ji bilî xwepêşandanan nikarin tiştekî bikin.

Hêz û partiyên di Rêveberiya Xweser de jî, tohmetên opozisyonê yên ku dibêjin, partiyên di rêveberiya xweser de hevkarên rêjîma Sûriyê ne red dikin, û dibêjin ku opozisyon li dijî mafên gelê kurd derdikeve.

Hin çavdêr û pisporên Kurd yên serbixwe jî dibînin, ku piraniya stûbariya perçebûna Kurdan û lawaziya wan di Cinêv 3ê de, di stûyê TEV-DEMê de ye, ji ber ku ew li ser erdê xwedî hêz û desthilatdar e.