11:05:10
Rojava News: Leşkerên Arteşa Tirkiyê li ser sînorê Kobanî û bakurê Kurdistan welatiyê ku dixwestin derbas bibin gulebaran kirin di encama gulebaranê de gundiyekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku ji deverê hatine wergirtin; di demjimêrê sibehî de li gundê Koranê yê li rojhilatê Kobanê ku dikeve ser sînorê Bakûrê Kurdistan, 2 welatiyên ku dixwestin derbas bibin, ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve hatin gulebarandin.
Di encama gulebaranê de welatiyek li ser sînor jiyana xwe ji dest da û yek jjî birîndar bû.
Yê ku birîndar bû ji aliye welatiyan ve ji bo nexweşxaneya Emel ya Kobanî hate veguhestin.