Rojava News: “Divê xelkê Şengalê bixwe biryarê derbarê çarenivîsa xwe de bidin, û çênabe hindek kes vê biryarê jibedêla wan bidin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê arasteyê Kurdên Êzidî bi boneya sere sala Êzidî kir, di peyama xwe de Barzanî tekez kir ku Kurdên Êzidî hêmayê serfirazî û berxwedana diber nasnameya Kurdî de ne. herwiha tekez kirk u Kurdên Êzidî ne beşekî cûda ne ji Gelê Kurdistanê û Êzidiyan bi xwe ev yek herdemê tekez kirin.
Di peyamê de Serokê Herêma Kurditanê Mesûd Barzanî dibêje:
Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzdî cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê dikim.
Kurdên Êzdî mînakeke diyarê berxwedan û xweragiriya gelê me ne û ji bilî wan hemû hewlên qîrkirinê, Kurdên Êzdî gelek bi wêrekî û azayane bergiriyê li nasnameya Kurdayetiyê kirin û hîç dijminek nekariye Kurdên Êzîdî ji nav bibe û nasnameya wan jê bibe. Pabendbûna wan azîzan bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, çekekî bi hêz bû ku tenê dilreqî û dirindeyî û hemû karên nemirovaneyên terorîstên DAIŞê di dema dagîrkirina devera Şengalê, nekarî îradeya wan beşê azîzên gelê me têkbişkîne.
Li helmeta azadkirina Şengalê jî ji aliyê Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê ve, dema sedan zarok û gedeyên Kurdistanê ji Xaneqînê ve heta Zaxo bi çekê şerefa Pêşmergayetiyê ji bo azadkirina devera Şengalê xwîna xwe ya geş rijandin ser axa wê deverê û şehîd bûn, xwîna wan şehîdan peyama rûn bû û carekî din Kurdên Êzdî li bin alaya Kurdistanê da bi dost û dijminan ragihand ku ew beşekî veneqetayî ya gelê Kurdistanê ne.
Di cejna serê sala Êzdî da tekez li wê yekê dikin ku bi hemû şiyanek ve palpiştiyê li xuşk û birayên Êzdî dikin û divê ew bi xwe biryarê li çarenûsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenûsa wan diyar bikin û sûrîn li ser parastina wan û dabînkirina paşarojeke dûrî li nexweşî û çewsandinê.
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî
19/04/2016