2:45:11 PM
RojavaNews: Îro roja Çarşemê Şerupevçûn di navbera çekdarên PYD û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yê bi ser rêjîmê de, li Qamişlo derketin û hîn berdewamin.
Jêderekî ji RojavavNews re ragihand, ku îro sibhê Şerupevçûn di navbera çekdarên PYD û Hêzên Berevaniya Niştîmanî çêbûn û taniha berdewamin, û di encamde 2 çekdarên PYD mirin , 4 Hêzin Berevaniya Niştîmanî jî mirin û 7 birîndar ketin.
Herwiha wî jêderî tekez kir , ku Hêzên Berevaniya Niştîmanî çend ji çekdarên PYD girtin, ev yek bû sedema derketina Şerupevçûnan di navbera PYD û Hêzin bi ser Rêjîmê de berdewamin, û bazara Qamişlo hatiye girtin .