12:22:40
Rojava News: Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 20.04.2016ê li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de pilana stratejîk ya geşepêdana wîlayeta Hewlêrê bo sala 2016-2018an hat ragehandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçirvan Berzanî di merasîmê de daxuyaniyek da u got; Tevî rewşa nexwestek weke şerê dijî terorê û kirîza êkonomî û bandora wan ya xerap û nêgetîv li ser birêveçûn û bicîkirina wê pilanê, lê ven hemûyan hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên navdewletiyên hevkariya hikûmetê dikin li ser cidîbûn û berdewamîdan bi encamdan û bicîkirina pilana geşepêdana herêma Kurdistanbê sar nekkiriye.
Di warê karkirina ji bona geşkirin û pêşxistina Kurdistan û mirovî di vî welatî de xwestek, evînî û îradeya xelkê Kurdistanê ji bona avakirin û pêşkeftinê, ji hemû rewşên dijwar û giran bihêztir e. Serowkezîr hêvî kir ku pilana bi vî awayî ji bo hemû bajar û deverên din yên Kurdistanê bê encam dan.