Print this page

Keça 12 salî bi heba xewê ji destê DAIŞê reviya!

Rojava News: Li Mûsilê keça êzidî ya 12 salî bi heba xewê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê reviya. Keça ezidî bi xwe re meta xwe ya 17 salî jî ji destê DAIŞê rizgar kir.

Parlamentera Iraqê ya kurd viyan Dexîl di daxuyaniya xwe de ragihand ku du keçên êzidî heba xewê avêtin çaya milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê û reviyan û bi awayekî ewle xwe rizgar kirin.

Keçika êzidî ku bi meta xwe re ji destê rêxistina terorîst reviyan bi dayîk û xwuşkên xwe re hat cem hev. Lê hê jî du xwuşkên wê di destê rêxistina terorîst de ne.

Li gorî nûçeyêke din ku ji Iraqê hat da nişandan ku herkes wekî van zarokan ne bi sûd in. Her wiha li gorî daxuyaniya nûnerê PDKê yê Mûsilê Seîd Memozînî ragihand, heta niha rêxistina terorîst a DAIŞê 250 jinên ku koletiya seksî qebûl nekirine ji terefê rêxistine ve hatine kuştin. li gorî agahiên Memozînî piraniya wan li pêşberî malbatên wan hatine kuştin.'