00:36:26
Rojava News: Asayişa bi ser PYDê tê nasîn bi zora çekan nivîsgehên herdu Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDKS) û PArtiya Yekîtiya Kurd bi zora çekan li bajarê Til Temir li Kurdistana Rojava daxistin.
Li gor zanyariyên hatine wergirtin hêzên asayîşê yên bi ser PYDê seet 18.00 ê îşev bi zora nivîsgehên her dû partiyan bê ku sedemekê bidin diyarkirin daxistin.
Berî niha jî hejmarek mezin ji şax û ofîsên partiyên Kurdî bi fermana Asayişa PYDê hatine girtin, ew partî jî partiyên endamin di encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne.
Herwiha hejmarek serkirdeyên heman partiyan rastî pirsgirêk û aloziyên PYDê hatine.