Print this page

Serok barzanî 14 ten derman şandin Qamişlo

6:10:04 PM

RojavaNews: Hikûmeta herêma kurdistanê raghand, ku ewê 14 ten derman bşîne Rojavayê kurdistanê jibo çareserkirin û dermankirina brîndarên şer û pevçûnên li Qamişlo di navbera çekdarên rêjîmê  û yên PYDê de rûdayîn.

Li gorî zanyaryan ku jiber sedema neşhitna çekdarên PYD jibo derbasbûna brîndaran bo nexweşxaneyên herêma kurdistanê, hikûmeta kurdistanê biryar da, ku bihtirî 14 ten derman û pêdiviyên tendurustiyê di rêya dergehê fîşxabûrê re bi şîne nexweşxaneyên Rojavayê kurdistanê, û  wê di şandna wan alîkariyên dermanan de berdewam be.