Print this page

Girkê Legê: Nivîsingeha ENKSê hat şewitandin

12:01:12

Rojava News: Xortên nenas benzîn bi ser dergehên nivîsingehê dakirin û agir berdan nivîsgehê. 

Nivîsingeha Xwecihî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Girkê Legê hat şewitandin.

Li gor malpera “Yekîtî Mîdiya” ragihandiye ku, li Girkê Legê du xortên nenas benzîn li deriyê nivîsingeha Xwecihî ya ENKSê kirin û hewl dan ku wê nivîsgehê bişewitînin.

Her li gor wê malperê ku, bi alîkariya hin xêrxwazan ew agir hate vemirandin û beşek bicûk ji nivîsgehê hat şewitandin.